GIRTINA DAIŞ’YÊN BIYANÎ JI ALIYÊ YPG’Ê VE ROJEVA SEREKE A ÇAPEMENIYA CÎHANÊ YE

Ne tenê dezgehên ragihandina Elman, girtina DAIŞ’yî biyanî di çepemeniya cîhanê de jî cihekî berfereh girt.

Rojeva herî zêde ku çapemeniyê bal kişande ser, girtina DAIŞ’yê zarok ê 16 salî ku bi aslê xwe Emerîkî ye.

Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê, di Qonaxa Dawî a Bagera Cizîrê de, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin.

Li gel, paqijkirina herêmê ji dagirkeriya DAIŞ’ê û azadkirina bi hezaran sivîlê, şervanên YPG’ê bi operasyonên taybet karkaribü hejmarek ji çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî jî bi saxî girtin.

Herî dawî nasnameya 8 çeteyên biyanî doh ji aliyê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ve hat eşkerekirin.

Di nava çeteyan de ê herî zêde bala cîhanê gişnad, DAIŞ’yî bi aslê xwe Emerîkî Soulay Nuh Sû ye.

Ev zarokê 16 salî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji bo kuştina mirovan dihat bikaranîn, niha di destê şervanên YPG’ê de ye.

Dezgehên çapemeniya cîhanî operasyona şervanên YPG’ê di rûpelên xwe ên pêşî de parve kirin û îşaret bi zemenê biçûk ê DAIŞ’yî Emerîkî kirin.

Di nûçeyan de tê bibîrxistin ku di nava çend rojên derbasbûyî de 2 çeteyên DAIŞ’ê yên Emerîkî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatine girtin.

Her wiha tê bibîrxistin ku bi sedan DAIŞ’yên biyanî di destê şervanên YPG’ê de ne û welatên wan di majara girtina van çeteyan dudilî ne.

Leave a Reply

Back to top button