CEZA LI GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE HAT BIRÎN

Zext û binpêkirinên AKP’ê li ser girtiyan ji berê ve hebû, lê bi destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê, ev zext hîn zêdetir bûn.

Li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê, hevdîtin li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hat qedexekirin.

Li girtîgehan û derve çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan didomin.

Di heman demê de binpêkirinên mafan jî didomin.

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê, di bin navê cezayê dîsîplînê de hevdîtin li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hat qedexe kirine.

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ ZEXTÊ LI BERXWEDÊRÊN GREVÊ DIKE

Her wiha Rêveberiya girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Tarsûsê jî ji bo grevê têk bibe girtiyên ku li dijî tecrîdkirinê ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, li qawîşeke cuda bi cih nake.

Diviyabû li qawîşteke cuda bên bicihkirin, lê belê rêveberiya girtîgehê wan li nava hevalên wan ên ne di grevê de ne dihêle.

Leave a Reply

Back to top button