Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemed birî.
Zara Mihemed 29 salî ye û ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Zara mamostetiya kurdî dikir û weke aktîvîsteke aştiyê jî derdiket pêş.
Di heman demê de endama Desteya Rêveber a Meclîsa Nûjînê jî bû.
Zara di 23’ê Gulana 2019’an de di serdegirtina mala xwe de hatibû girtin.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya Îranê li Sine, bi îdîaya “li dijî ewlehiya neteweyî” kar kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê li Zara Mihemed birî.