Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandarekî YPG’ê eşkere kir.
YPG’ê diyar kir ku fermandar Şahîn Amed 11’ê Tîrmehê li Hesekê di encama nexweşiya dil de şehîd bû.
YPG’ê diyar kir ku ji destpêka şoreşa Rojava heta kêliya dawî heval Şahîn bi ked û fedakariya xwe dihat nasîn û wiha got,
Heval Şahîn beşdarî hemû pêngavên li dijî dagirkeriyê bû û erk û berpirsyariyên xwe bi baweriyeke serkeftî bi cih anî.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di şexsê şehîd Şahîn de hemû cangoriyên azadiyê bîr anî.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Şahîn Amed
Nav û Paşnav: Mehmet Balcik
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Nûrî
Dîroka Jidayikbûnê: 1978
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 11 Tîrmeh 2020