HDP’ê li ser kiryarên dewleta Tirk yên 3 mehên dawî rapor amade kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser “dijminatiya li Kurdan” a dewleta Tirk raporek amade kir.

Rapor li Enqerê bi civîneke çapemenîyê hate eşkere kirin û di raporê de qala polîtîkayên dewleta Tirk ya dijminatiya li dijî Kurdan ku di nava sê mehên dawîyê de meşandiye, tê kirin.

 

Partîya Demokratîk ya Gelan HDP’ê têkildarî polîtîkayên dewleta Tirk ya dijminatîya li dijî Kurdan ku di nava sê mehên dawîyê de kiriye, raporek amade kir.

“Rapora dijminatiya li Kurdan” ji aliyê Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede û Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû ve li Enqereyê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Çend ji tespîtên di raporê de hatin kirin wiha ne:

– Kurd û mûxalif hê jî dibin hedef

– 14 şaredariyên HDP’yî hatin desteserkirin û qeyûm li şûna wan hate danîn

– Kampanya HDP’ê ya piştgirî û alîkariyê hate tawanbarkirin

– Li 84 kesî kiryarên xerab û êşkence hate kirin

– 387 kes hatin binçavkirin, 93 kes hatin girtin

– 13 goristan hatin rûxandin, 282 cenaze li qeraxa rê hatin veşartin

– Li girtîgehan maske, ava germ, madeyên xwarinê û kelûmelên paqijîyê nehatin dayin

– Di serî de girtiyên siyasî bi sed hezaran girtî li girtîgehan di nava lepên mirinê de hatin hiştin

– Herî kêm 70 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin

– Ji 93 fezlekeyên hatin amadekirin 84 ji wan li dijî parlamenterên HDP’ê bûn

– Wargehên sivîlan hatin bombebarankirin, tenê di nava 10 rojan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Umît Dede di civîna çapemeniyê de axivî û bîr xist ku di serî de girtiyên siyasî bi sed hezaran girtî di nava lepên mirinê de hatin hiştin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vê demê polîtîkayên şer girantir bû û hate gotin, “Polîtîkaya şer a ku desthilatdarî li herêmê dimeşîne neguherî. Li herêmên ku Kurd lê ne qedexeya derketina, derve, şewitandina daristanan, serdegirtina malan, êşkenceyên hatin kirin, careke din nîşan da ku desthilatdarî polîtîkayên salên 1990’î dubare dike.”

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê jî hatin bibîrxistin û hate gotin, “Li aliyê din li Herêma Kurdistanê ya Federe operasyona leşkerî dest pê kir û bombebaran li warê sivîlan hate kirin. Tenê di navbera 17 û 27’ê Hezîranê de herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Back to top button