Ehmed Ebu Xeyit: Em destwerdana Tirkiyê ya li Sûriye, Lîbya û Iraqê red dikin

Serokê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyit ragihand ku ew destwerdana dewleta Tirk a li Sûriye, Lîbya û Iraqê bi hemû awayî red dikin.

 

Serokê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyit destnîşan kir ku Komkara Erebî destwerdana Tirkiyeyê ya li Iraqê, Sûriyeyê û Lîbyayê red dike û qebûl nake û got:

“Nêzîkatiya dewleta tirk a li heremê ewlehî û asayîşa welatên ereb dixe xeteriyê.

Wek komkara erebî emê li hember vê xeterî û gefê bêdeng nemînin.”

Serokê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyit diyar kir ku ti kes nikare senaryoya Sûriyeyê li Lîbya dubare bike.

Serokê komkara Erebî dazanîn ku rasterast mafê komkarê heye ji bo parastina serwerî û serxwebûna Lîbyayê destwerdan bike.

Ehmed Ebulxeyit destnîşan kir ku wê nehêlin ku Lîbya were perçekirin û ji bo ewlehiya welatên cîran ên weke Misr, Cezaîr û Tunisê bibe gef.

Back to top button