Kalkan: Divê hemû ciwanên Kurd tevlî seferberiya li dijî dagirkeriyê bibin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan piştgirî da seferberiya dijî dagirkeriya Tirk a ciwanên Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin.

Kalkan banga beşdarbûna seferberiyeke çalak li tevahî ciwanên Kurd ên li her çar beşên Kurdistanê kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan beşdarî bernameya ‘Ulkeden’ a televîzyona Medya Haber’ê bû û bangeke girîng li ciwanên Başûrê Kurdistanê û hemû ciwanên Kurd kir.

Duran Kalkan diyar kir ji ber dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê niha herêm dikele û wiha got:

“Berxwedana li dijî faşîzmê mezin dibe.
Li Başûrê Kurdistanê hewayeke baş a li dijî dagirkeriyê heye.
Civaka Başûr rabû ser piyan.
Gelê Şêladizê bi dehan caran li ber êrîşan rabû.
Niha Başûrê Kurdistanê dikele.”

Kalkan divê derbarê de ev hişyariyan da:

“Ciwanên Qendîlê û Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê û avakirina Kurdistaneke azad û serbixwe, banga seferberiyê kirin.
Em piştgirî didin vê banga ciwanan.
Birastî jî divê Heftanîn, Avaşîn û Zap, Xakûrkê bên parastin.
Divê Rojava û Başûr ji êrîşên dagirkeriyê bên parastin.
Ji bo vê jî pêwîste hemû ciwanên Kurdistanê seferber bibin.
Ciwanên Kurd divê tevlî gerîla bibin, rêxistina xwe ava bikin, li çiya û bajaran li dijî êrîşan şer bikin.”

Kalkan dazanîn divê seferberiya ku ciwanên Başûr ragihandine tenê bi komkirina îmzeyan re neyê sînordar kirin û ev tişt anî ziman:

“Girînge ku ev seferberî neyê pasîfîzekirin.
Divê tenê bi komkirina îmzeyan re sînordar nemînin.
Ya esasî tevlî berxwedana gerîla ya li eniya şer bûyîn û şerê şoreşgerî yê çekdarî bihêzkirine.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir.

“Ez bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikim ji bo parastina Rojava, Başûrê Kurdistanê, Heftanîn, Avaşîn û Zap’ê bi rihê seferberiyê beşdarê têkoşînê bibin.
Bila dewleta Tirk xwe nexapîne û nebêje, ewê bi faşîzmê ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixin.
Yên wisa difikirin, wê xwe bixapînin.
Ciwanên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kirine, di serî de li Bakur û hemû beşên din ên Kurdistanê çawa nimûneyên qehremaniyê û yên şer nîşan dane bila binêrin.”

Back to top button