Artêşa Iraqê: Wê hemû deriyên sînor bikeve bin kontrola me

Artêşa Iraqê ragihand ku wê hemû deriyên sînor yên welat, bikeve bin kontrola wan de.

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl ji dezgehên çapemeniyê re derbarê kontrokirina deriyên sînor axivî.

Yehya Resûl got:

“Belavkirina hêza Iraqê ya li deriyên sînor, peyamek bihêz ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo deriyên sînor bixe bin desthilatdariya dewletê.

Her wiha wê ev yek rê li ber kes, kom û karên qaçax jî bigrin û dahata li wan deran vegere bin destê hikumetê.”

Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl destnîşan kir ku wê karmendên ku gumana gendeliyê li ser wan heye, werin dûrxistin.

Di civîna Desteya Wezîran a Hikûmeta Iraqê ya li Besrayê hate lidarxistin de jî, Serokwezîr Mistefa Kazimî biryar da ku artêşa Iraqê hemû deriyên sînor biparêze.

Her wiha di civînê de biryar hate girtin ku bikaranîna çekan ji bo hoz û hizban were qedexekirin.

Back to top button