Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, li dijî artêşa Tirk a dagirker leşkerek hat kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:
14’ê Tîrmehê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sekvaniyê kirin.
Di encama dê leşkerek hate kuştin.
HPG’ê her wiha diyar kir ku balafirên şer ên artêşa dagirker 14’ê Tîrmehê qada Karker a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
HPG’ê da zanîn ku di bombebaranê de ti ziyan ne gihiştiye hêzên wan.