18 û 19’ê Tîrmehê wê li 4 aliyên dinyayê çalakî bên lidarxistin

Plaformên, Jin Rojava diparêzin, Komuna Enternasyonalîst û Ji bo Rojava rabe ser piyan têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke hevpar weşandin, banga tevlîbûna çalakiyan kirin.

Di daxuyaniyan de ji bo xwedî-derketina li Şoreşa Rojava bang hate kirin ku 18 û 19’ê Tîrmehê li her devera cîhanê çalakî bên lidarxistin.

Daxuyanî wiha ye:

Salvegera 8’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ye.

19’ê Tîrmehê ji bo tevahiya cîhanê rojek girîng e. Ji bo Sûriyê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hêviye. Bingeha vê şoreşê azadiya jinê ye.

Di daxuyaniyê de işaret bi tevgerên şoreşê yên cîhanê hate kirin û hate gotin:

Eger em bi hevre rabin, têkiliyan ava bikin, bi serhildanên dîrokî bibin yek, emê faşîzmê têk bibin.

Weke Platformên jinan rojên 18 û 19’ê Tîrmehê li dijî metingerî, faşîzm û hilweşandina ekolojî û her cûreyên zilmê xwepêşandanê bikin.

Em bang li her kesî dikin ku tevlî van rojên çalakiyan bibin.

Back to top button