Hêzên hikûmeta Şamê 30 top avêt gundê Bara û Kensefre yên Cebel Zawiyê

Hêzên hikûmeta Şamê bi 30 topî gundên Cebel Zawiyê topbaran kir. Li parêzgeha Derayê nakokî û serîhildan li dijî hikûmeta Şamê berdewam e. Li gundewarê Dêrazorê yê rojhilat jî Îranî û milîsên hikûmeta Şamê li hev nakin.

Parêzgeha Idlibê bi binpêkirina agirbest û peymanan balê dikşîne ser xwe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro bi danê sibê hêzên hikûmeta Şamê gundê El-Bara û Kensfre yên Cebel Zawiyê bi 30 topî topbaran kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku duh jî ji ber topbarana hêzên hikûmetê li ser bajarê Erîha, mêrek û zarokekê hatin kuştin û e kesên din jî birîndar bûn.

Ji ber topbarana balafirên Rûsî û şerê li bajarê Erîha û gundê Cebel Zawiyê şêniyên wan deveran koçber dibin.

Xelkê Derayê ji hikûmeta Şamê daxwaza berdana girtîyan kirin

Li parêzgeha Derayê jî, nakokî û serîhildan li dijî hikûmeta Şamê berdewam e.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ragihand ku hejmarek ji şêniyên bajarokê Neîma yê rojhilatê Derayê teker danîn ser rêyên sereke û agir pêxistin.

Piştre ji hêzên hikûmetê xwestin ku girtiyan ji zîndanan berdin.

Di navbera karmendên navenda çandî ya Îranî û milîsên hikûmeta Şamê pevçûn derket

Li bajarê Meyadîn ê gundewarê Dêrazorê yê rojhilat jî milîsên hikûmeta Şamê û Îraniyan li hev nakin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku li qada şaredariyê karmendên navenda çandî ya Îranî li nêzîkî navenda milîsên hikûmetê amadekariya şahiyeke olî dikirin.

Endamekî milîsên Dîfa Wetenî destwerdan ji karê karmendan re kir û ew ji wir qewitandin.

Piştre hinek hêzên Îranî û milîsên ji çolistana Meyadînê hatin û êrîşî navenda milîsên Hikûmetê kirin.

Sermilîsê Dîfa Wetenî lêborîna xwe ji hêzên Îranî û karmendan xwest heta ku şer sekinî.

Back to top button