Li ser sînorê bakur-rojava yê kantona Kobanê leşkerên dewleta Tirk bi hinceta ku du kes sînor derbaskirine bê ser û ber herêm gulebaran kir.
Çavkaniyan ji hundirê gundê Qeremox gotin ku leşkerên artêşa Tirk ev 3 roj in guleyan li du kesên ku sînor derbas kirine û asê mane direşînin.
Şêniyên gund destnîşan kirin ku derdora 50 leşkerên Tirkiyê û du panzêran geliyek li pêşberî gund dorpêç kirin.
Her wiha gule û bombe li du kesên ku di nava gîha de xwe veşartibûn reşandin.
Heta niha nasname û çarenûsa herdu kesan nehatine zanîn.
Şêniyên gundên Kobanê yên nêzî sînor jî diyar kirin ku ji ber kirinên dewleta Tirk li ser sînor nikarin rihet bijîn.