Li herêmên hikûmeta Şamê 19 kesên din bi Coronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku 19 kesên din bi nexweşiya vîrûsa Coronayê ketine û yek jî ji ber nexweşiyê mir.

Wezarta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 19 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketinê, 2 kes baş bûne û yek jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî wezaretê, heta niha jimara kesên nexweş li deverên li jêr kontrola hikûmeta Şamê gihaşt 458 kesî, ji wan 140 baş bûne û 22 jî mirine.

Back to top button