Dewleta Tirk gundên Şera, Şehba û Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker duh dawiya şevê gundên navçeya Şera û yên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.

Hate ragihandin ku êrîş taybet li ser gundên Meranz, Alqemiyê, Malikiyê, Keleha Şiwarxa yên navçeya Şerayê hatine kirin.

Di heman demê de, gundê Eyn Deqne, Bêlûniyê yên kantona Şehbayê jî hatin topbarankirin..

Çavdêriya Sûrî jî ragihand ku şevê din çeteyên dewleta Tirk êrîşî Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundê Toxaza Mezin kir.

Şervanên Meclisê jî bersiva êrîşên çeteyan da…

Back to top button