Haştaga “bidarvekirinan rawestînin” Twîtterê dihejîne..

Rejîma Îranê ku bi bidarvekirina welatîyên xwe tê nasîn, ji duh de pêngaveke mezin bi haştaga “bidarvekirinan rawestînin” li ser Twîtterê hatiye destpêkirin. Di vê pêngavê de hemû Îranîyên li sernaserî cîhanê tevlî bûn û zêdetirî 6 milyon twîtt avêtin. Tiştê hişt ev yek tora enternetê li Îranê qut bibe.. Serokê Amerîkayê Trump jî tevlî vê haştagê bû û bi zimanê Farisî xemgînîya xwe der barê van bidarvekirinan de anî ziman.

Bi pêngava “bidarvekirinan rawestînin” gelê Îranê li dijî desthilata Melalîyan dibe yek..

#bidarvekirinan_rawestînin

#إعدام_نکنید

#StopExecutionsInIran

#DoNotExecute

Bi milyonan Îranî, çi ji mamoste, bijîşk, derhîner, lîzerên wezîşêr, hunermend û heya bi zanayan bi giranî tevlî vê pêngavê bûn û tê de dirûşmeyên weke

“Yê bê ez im, tu yî, paşê em hemû ne”, “Bes e, hew jiyanê bi dar ve bikin..”

hatin bikaranîn.

Îranî dibêjin:

Îroroj, rêya herî kurt ku xwepêşanderên Îranî pê werin tirsandin, hikumê bidarvekirinê ye..

Ev yek jî piştî hikumên bidarvekirinê der barê 3 ciwanên vê dawiyê hatibû derxistin de, dest pê kir.

Hersê ciwan bi sûcê ku tevlî xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê bûbûn, hatin bidarvekirin.

Li gel van kesan jî, 2 siyasetmedarên Kurd jî hatibûn bidarvekirin.

Rêxistinên Hiqûqî diyar kir ku “di xwepêşandanên Midara borî de, hêzên ewlehiyê ne kêmî 500 xwepêşanderî kuştin û 7 hezar jî girtin.

Lê Îranî dibêjin kesên hatine kuştin zêdetirî 900 kesî ne.

Li gorî Rêxistina Efûya Navdewletî jî “Îranê sala par 251 kes bi dar ve kirin û di vê mijarê de cihê xwe li ser asta cîhanî piştî Çînê digire.

Ji duh êvarî heya bi berbanga vê sibehê re, ev haştag zêdetirî 6 milyon twîtt kom kirin.

Tora çavdêrîya çalakîyên enternetê, Net Box diyar kir ku ji ber hejmara twîttan zêde bû, tora netê îro vê sibê li Îranê hat astengkirin.

Tê zanîn, desthilatên Îranê çi gava rastî xwepêşandan an pirgirêkeke hundir were, torên net û telefonan qut dike.

Ev pêngav, hevgirîyeke ecêb çêkir ku gelek kesên xwedî nêrînên cuda li dijî vê dozê bûn yek..

Çalakgerên Mafên Mirovan got:

Ev pêngav dide xuyakirin ku Îranî li rêyeke nû digerin da cîhan li wan guhdarî bike.

Duh jî Serokê Amerîkayê Trump tevlî vê pêngavê bû û bi zimanê Farisî li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsî:

Bidarvekirina 3 Îranîyan ji ber beşdarî xwepêşandanan bûne, peymeke xemgîn digihîne cîhanê..

Back to top button