
Piştî istîfaya wî bi çend saetan, serokê hikumeta Tûnisê Ilyas El-Fexfax biryara derxistina hemû wezîrên Tevgera Nehda ya Ixwanî ji hikumetê da.
Serokatiya Hikumeta Tûnisê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokkwezîr Ilyas el-Fexfax birayar da ku her 6 wezîrên Nehdayê biguherîne.
Piştî vê biryarê, 6 wezîrên din li şûna wan hatin erkdarkirin.
Jixwe el-Fexfax duh istîfaya xwe ji serokê Tûnisê re pêkêş kiribû û got:
Ev istîfaya min, ji bo welat ji zehmetiyan xelas bibe û rê li pêşiya çareseriyê veke.
Ev gav jî, piştî Tevgera Nehda biryara kişandina bawerîyê ji el-Fexfax, pêk hat.