Li ser rêya Cindirêsê sivîlek bi mayînê hat kuştin

Li Efrîna dagirkirî, kirinên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê her rojê bi şêwazekî nû dewam dikin. Li ser rêya Cindirêsê welatîyek bi mayîna çeteyan jiyana xwe ji dest da. Her wiha çeteyan welatîyek xistin cilşokê û êşkence lê kirin û li Şêrawa jî çeteyan bi wesayîtê kalemêrekî 70 salî kuştin.

Sivîlek li ser riya Cindirêsê bi mayîna dewleta Tirk û çeteyên wê hat kuştin.

Li goî rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, wê kesî pezê xwe li nêzî dibistana ‘Fêsel Qedûr’ yê li navenda bajêr, ku niha veguherandine navenda leşkerî yê dewleta Tirk, diçêrand, bi mayînê hat kuştin.

Çeteyan sivîlek xistin cilşokê û êşkenceya giran lê kirin

Her wiha çavkaniyekê ji telefezyona me re ragihand ku çeteyan, ciwanek revand, piştî ku bavî wî diçe cem qaşo Şirta Eskeriyê lê digere, wî jî direvînin.

Çavkanî da zanîn çeteyan bavê kurik xistine cilşokê û ew bi giranî êşkence kirine.

Çeteyan bi erebeyê kalemêrekî 70 salî kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan, li gundê Basûtê y Şêrawa, erebeya xwe li şêniyê bi navê Cimi’a Ebdella yê 70 salî qelibandin û ew kuştin.

Back to top button