Ednan Misewir: Ji ber buhabûna kiriya xaniyan, em ê lîsteyekê bo nirxên nû derxin

Rêveberê Yekîtiya Nivîsgehên Xanûberan li Qamişlo Ednan Misewir diyar kir ku ji bo kiriya xaniyan were kêmkirin, ew ê lîsteyek nû bo nirxên xaniyan derxin.

Misewir tevlî bernameya Sibeha Ronahî ya televîzyona me bû û destnîşan kir ku sedema bihabûna kirya xaniyan, ew e ku ewlehî li bajarên Bakur û Rojhilata Sûrî heye û her wiha daketina nirxê lîreya Sûrî li hemberî dolar.

Ednan Misewir anî ziman ku ji bo çareserkirina vê birsgirêkê jî, ew ê lîsteyekî bi nirxên xaniyan li gorî her taxekê derxînin.

Ednan her wiha eşkere kir ku ew ê cezeyên madî li ser çi kesên ku vê biryarê binpê bikin, bibirin.

Ednan Misewir bang li hemû aliyên eleqdar kir ku bi erkê xwe rabin da ku em karibin vê krîze derbas bikin.

Back to top button