DAXWAZA HEVDÎTINA BI OCALAN RE DÎSA HAT REDKIRIN

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Rêber Ocalan cara 780’emîn red kir.

Ji parêzerên Rêber Ocalan, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Fûat Coşacak, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 780’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Lê belê dozgeriyê cara 780’emîn daxwaza hevdîtinê bi hêcetên

”Rewşa hewayî, keştî xerebeye û rewşa awarte” hat redkirin.

Hevdîtina parêzerên Ocalan jî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tê astengkirin.

Malbata Rêber Ocalan ji 11 Îlona 2016’an ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bênin.

Leave a Reply

Back to top button