Li Amedê 23 jin 3 roj in di bin çavan de ne

Li Amedê 23 jinên ku bi hinceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne hatibûn binçavkirin, ev 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de, biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

Ji van 33 jinana, 23 jin di 14’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin.

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNews’ê Ayşe Guney jî di nav de, ev 23 jin bi hinceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne hatin binçavkirin.

3 roj in jinên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.

Back to top button