Gerîlayan li Heftenîn, Xakurkê û Dêrsimê çalakî kirin

Şerê li Kurdistanê her diçe germ dibe. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên mezin derbên giran li dijî artêşa Tirk ya dagirker didin.

HPG’ê Ragihand ku li Heftenîn û Dêrsimê di encama çalakiyên gerîlayan de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û li Xakurkê jî derbeke giran li artêşa dagirker hatiye xistin.

 

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Heftenîn, Xakûrkê û Dersimê li artêşa Tirk ya dagir xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakîyan daxuyanîyek weşand û ev agahî parve kir:

“Hêzên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de 15’ê Tîrmehê li dijî artêşa Tirk ya li Girê Şehîdan bi cih bûbûn çalakiyeke sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

16’ê Tîrmehê ango îro ber destê sibê hêzên me di Çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku li Girê Şehîd Derwêş yê Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û sitargehên dijmin hatin xistin, hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehate zelalkirin.

Artêşa Tirk li nêzî gundê Çakmakli ya navçeya Hozat a Dersimê qereqolekê çêdike. Hêzên me yên YJA Starê 14’ê Tîrmehê li dijî leşkerên ku ewlekariya qereqolê digirtin çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li hedefan hate xistin, 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.”

HPG’ê di daxuyanîyê de diyar kir ku dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe yên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û da zanîn balafirên şer, 14’ê Tîrmehê devera Xantûr a Herêma Heftenîn, 15’ê Tîrmehê devera Bektorya ya Heftenînê û Girê Amêdiyê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kiriye.

Back to top button