“EM Ê BI BERXWEDANÊ ENCAMÊ BI DEST BIXIN”

Çalakgerên gireva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê, peyam dan ku ew ê bi berxwedanê encamê bidest bixin.

Demeke dirêj e hejmareke zêde ji girtiyên li zindanên Tirkiyê, li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di girevan biçîbûnê ya bê dem û bêdorveger de ne..

Li ser navê çalakgeran Deniz Kaya daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir..

Kaya diyar kir ku ew ê di bin her şert û mercî de li ser şopa felsefeya Ocalan berxwedana xwe dewam bikin û wiha got:

Di 41 saliya têkoşîna me a azadiyê de em ê ji her demê zêdetir laîqê şehîd, rêbertî û gelê xwe bin.

Çi dibe bila bibe, em ê yek gavê ji berxwedanê paşde navêjin. Em ê bi ti awayî stûyê xwe li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê netewînin..

Bi vê bîr û baweriyê me ji 27’ê Mijdara 2018’an li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di gireva birçîbûnê de ne.

Bi heman armancê parlementera HDP’ê Leyla Guven 64 roj in bi biryardariyeke mezin liberxwe dide.

Em bi biryar in ku heta armanca me a sereke pêk were, wê berxwedan dewam bike.

Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedana çalakgerên gireva biçîbûnê derkeve û tecrîda li ser rêbertiya me bişkîne.

Leave a Reply

Back to top button