Kampa Holê..4 jinên DAIŞ’î ku dixwestin birevin hatin girtin

Hêzên Ewlekariyê yên kampa Holê 4 jinên DAIŞ’ê ku hewl didan ber bi Tirkiyê ve birevin, girtin.

Çavkaniyên di kampê de diyar kir ku du ji wan jinan xwişkên hevin û ji Sûdanê ne, yên din jî ji Tenzaniya ne û xwedî zarok in.

Çavkaniyên ewlehiyê yên ku mukurhatinên jinên DAIŞ’î şopandine, destnîşan kirin li Tirkiyê ji bo jinên DAIŞ’î pêngavek bi navê “Zakatê” hatiye organize kirin.

Ev pêngav jî ji bo revandina girtiyên DAIŞ’î ku jêdera wan a madî tuneye, hatiye destpêkirin.

Kampa Holê kampên herî xeter di cîhanê de ye û bi dehhezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de tê de ne.

Back to top button