ÇAVUŞOGLU: GER EMERÎKA DERNEKEVE JÎ DIBE EM ÊRÎŞ BIKIN

Wezîrê Karê derve yê tirkiyê Mevlut Çavuşoglu careke din gefa dagirkeriyê li herêmên bi ewle yên bakur û rojhilatê Sûrî xwar.

Çavuşoglu got, ger Emerîka dernekev jî dibe ku ew êrîş bikin.

Çavuşoglu di televsiona NTV a Tirkî de têkildarî êrîşeke leşkerî a li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî axivî.

Çavuşoglu anî ziman ku oparasyona wan a dagirkeriyê ti têkliya xwe bi vekişîna Emerîka ve tineye û ev tişt got;

Ger leşkerên DYA dernekevin jî ji bo ewlekariya tirkiyê em ê êrîş bikin.

Serokê Emerîka Donald Trump ê ku 19 Kanûna 2018’an biryara derxistina hêzên xwe ji Sûrî dayî heta niha demê vekişînê diyar ne kiriye.

Li aliyekî din rêveberên Emrîkî di daxuyaniyên xwe yên dawiyê de ragihadin ji bo parastina kurdên bakurê Sûrî hçna wan dema vekişîna hêzên xwe diyar ne kirine.

Leave a Reply

Back to top button