Li rojhilatê Idlibê hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan bi mûşekan êrîşî hev kirin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan li Idlibê dewam dike. Li rojhilatê Idlibê hêzên hikûmetê û çeteyan bi topan êrîşî hev kirin.

Dagirkeriya Tirkî hêzên hikûmeta Şamê li bajarokê Seraqibê topbaran kir. Balafirên Rûsî jî bajarê Babê bombebaran kir, sivîlek hat kuştin û bêtirî 10 kesan jî birîndar bûn. Li bajarê Derayê jî termê jineke kuştî û şewitandî hat dîtin.

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Idlibê bê navber didome.

Hêzên hikûmeta Şamê çeteyên li dorhêla bajarokê Sermîn û Neyrebê yên rojhilatê Idlibê bi mûşekan topbaran kirin.

Hemwextî êrîşên hêzên hikûmetê, çeteyan jî noqteyên hêzên hikûmetê yên li bajarokê Dadîx topbaran kirin.

Li rojhilatê Idlibê çeperên şer germ bûne ku hêzên hikûmetê û çete di nav seferberiyê de ne.

Dagirkeriya Tirkî hêzên hikûmeta Şamê li bajarê Seraqibê topbaran kirin

Tevî çeteyan dewleta tirk jî êrîşî hêzên hikumetê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirk, hêzên hikûmetê li bajarokê Serqibê bi mûşekan topbaran kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din, hêzên hikûmeta Şamê, şevê din çeteyên li gundê Fitêre, Sifûhin û Filêfil ên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Tenê duh hêzên hikûmeta Şamê çete li gundewarê Idlibê bi bêtirî 350 top û mûşekî topbaran kirin.

 

Balafirên Rûsî bajarê Babê topbaran kir

Balafirên Rûs jî çeteyan li herêmên dagirkeriya Tirkî topbaran dikin.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ragihand ku balafirên Rûsî bajarê Babê li rojhilatê Helebê topbaran kir.

Di encama topbaranê de, sivîlek hat kuştin û bêtirî 10 kes ku jin û zarok di nav de, birîndar bûn.

Tê zanîn ku ji meha Sibatê û heta niha, balafirên Rûsî ev du car in bajarê Babê topbaran dike.

Li Derayê termê jineke kuştî û şewitandî hat dîtin

Li parêzgeha Derayê jî kuştin û revandina welatiyan dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibê li taxa “Terîq El-Sed” termê jineke kuştî û şewitandî hat dîtin.

Çavdêriyê diyar kir ku çekdarên nenas ew jin li heman taxê revand, hemû pere û tiştên wê jê standin û piştre şewitand.

Back to top button