Komek ciwanên Başur tevlî nava refên gerîla bûn

Piştî daxuyanîya Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, komek ciwanên Başur tevlî nava refên gerîla bûn.

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer li hember êrîşên Tirkiyê li ser axa Başurê Kurdistanê, 30 Hezîranê Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihandibû.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî piştgirî da seferberiya dijî dagirkeriya Tirk û banga tevlîbûnê li tevahî ciwanên Kurd kir.

Duran Kalkan bang li pêşmergeyan jî kiribû ku li dijî êrîşên Tirkiyê li cem gerîla cih bigirin.

Piştî daxuyaniya Kalkan, komek Ciwanên Başur di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanînê de xwe gîhandin tevlî nava refên gerîla bûn.

Ciwanên bi daxuyaniyekê ji hemû ciwanên Kurdistanê re bangawaziya tevlîbûna gerîla kir.

Kake Reş: Ger hikûmet helwesteke egîdî nîşan nede, wê dîrok wê efû neke

Yek ji pêşmergeyên Dêrîn jî Umer Kake Reş piştgirî da banga Dûran Kalkan a ku pêşmerge li cem gerîla li dijî dagirkeriya Tirk cih bigirin.

Umer Kake Reş destnîşan kir ku eger Wezareta Pêşmerge û hikûmeta Başûr helwesteke egîdî nîşan nede wê dîrok wan efû neke.

Back to top button