MIKE POMPEO: EM PARASTINA HEVKARÊN XWE LI ROJHILATA NAVÎN DIKIN

Gera Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Mike Pompeo li Rojhilata Navîn didome.

Derveyî pilansaziya xwe, Pompeo serdana Herêma Başûrê Kurdistanê jî kir.

Îro jî berê xwe da Misrê û wiha gotibû:

Em ê herdu tiştan li Sûriyê bikin, hêza xwe bikişînin û şerê terorê dewam bikin.

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mike Pompeo gera xwe li Rojhilata Navîn didomînê.

Mike Pompeo got:

Gefên Tirkan li pêşiya pilana me nabin asteng.”

Wer xuyaye ku Pompeo di serdana xwe de siyaseta Emerîkayê li herêmê zelal bike, bi taybetî piştî biryara serokê wê Donald Trump a der barê vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûriyê.

Her wiha wê berê wezîrê Karê Derve Urdun, Misir, Bahrên, Qeter, Îmarat, Siûdiyê, Kiwêt û Oman be.

Pompeo di roja xwe ya duyemîn li herêmê de çû serdana Herêma Başûrê Kurdistanê jî.

Li gorî ku hat dîtin jî, serdana wî ya Herêma Başûrê Kurdistanê nepilankirî bû.

Pompeo ji rayadarên Herêma Başûrê Kurdistanê re pilanên Washingtonê yên der barê biryara Trump û vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê şîrove kir û tekez kir ku wê Emerîka parastina hevkarên xwe li Rojhilata Navîn misoger bike.

Her wiha li gel pirsên rojnamevanan der barê parastina Kurdan de, Pompeo ji Hewlêrê wiha got:

Danûstandinên me bi Tirkan re hene, ya girîng ew e ku em parastina Kurdan misoge bikin, Erdogan jî vê yekê baş têdigihêje.

HETA DAWÎANÎNA DAIŞ’Ê EM Ê ŞER BIKIN

Îro jî Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo bi hempîşeyê xwe yê Misrî re Samih Şukrî re rûnişt û kongreyeke çapemeniyê li darxistin..

Pompeo bersiva pirsa rojnamevanan da û wiha got:

“Em ê herdu tiştan li Sûriyê bikin, hêza xwe bikişînin û şerê terorê dewam bikin.

Heta dawîanîna DAIŞ’ê em ê şer bikin.”

Têkildarî mijarê, serokê Serfermandariya Emerîkî ya Hevbeş General Joseph Dunford di serdana xwe ya li Enqerê de got ku wê noqteyên çavdêriyê yên DYE li bakurê Sûriyê her bimînin.

Hêjayî gotinê ye ku di serdana xwe ya li Tirkiyê de Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya DYEyê gotibû ku şert û merca sereke ya vekişîna hêzên Emerîkayê parastina Kurdan e.

Vê daxuyaniyê jî serokê rêjîma AKP Erdogan har kir û daxuyniya Bolton şermezar kir û weke “şaştiyeke mezin” bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button