Şêx û Rûspiyên Lîbyayê serdana Qahîreyê kir û daxwaza destwerdanê dubare kirin

Ji bo piştgiriya parlemena Lîbyayê ku daxwaz ji Misirê kiribû destwerdanê li Lîbyayê bike, îro şêx û rûspiyên Lîbyayê serdana Qahîreyê kirin û daxwaza destwerdanê dubare kirin.

Îro şêx û rûspiyên Lîbyayê bi 3 şandeyan serdana paytexta Misir Qahîreyê kir û bi serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re civiyan.

Di dema hevdîtinê de, El-Sîsî destnîşan kir ku ji bo pêşerojeke baştir, ew bi hemû derfetên xwe hewl didin ku vîna azad ya gelê Lîbayê vejînin.

El-Sîsî got:

“Ewlehiya Lîbyayê, ewlehiya me ye û hêdî divê şandina çeteyan ber Lîbyayê ve were rawestandin.”

Şêx û rûspiyên Lîbyayê jî careke din daxwaz ji El-Sîsî kirin ku ger Tirkiye êrîşan bibe ser bajarê Sirtê ya Lîbyayê yekser destwerdanê bike.

Back to top button