KNK: Hemû alî û hêzên Kurd, em xwedî li berxwedana Heftanînê derkevin

Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê berxwedana li Heftenînê silav kir û bang li tevger, hêz, partî û rêxistinên Kurdan hemûyan kir ku li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştevaniya berxwedana Heftenînê bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana Heftanînê daxuyaniyek weşand.

KNK’ê berxwedana Heftanînê silav kir û destnîşan kir, ew weke KNK bi hemû viyana xwe xwedî li berxwedana Heftenîn û çeperên berevaniyê derdikevin.

KNK’ê bal kişand ser rihê berxwedêr ê Kurdan û got:

Yê Kurd û hebûna wan parastiye, her giyanê berxwedanê bû.

Kurdan her bi giyanê berxwedanê li çiya, deşt û baniyan li dijî hêzên dagirker berxwedan kiriye.

Destkeftiyên ku îro li Rojava û Başûrê Kurdistanê derketine holê jî, bi saya vê berxwedanê ye.”

Hêzên berxwedêr gelek êrîşên dewleta Tirk şikandine

KNK’ê ragihand ku niha li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Heftenîn û Qendîlê li ber xwe didin û got:

“Li Heftanîn û deverên din ên Kurdistanê, hêza berxwedêr êrîşên dijmin li gelek deveran şikandiye û li dijî teknolojiya artêşa Tirk şerê rûmetê didin.

Ev şer û berxwedan hişt ku hêzên dagirker roj bi roj bi paş ve biçin.”

Serkeftin û parastina destkeftiyan di berxwedana hevbeş de ye

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bang û daxwaz ji hemû Kurdistaniyan kir ku piştgiriyê bidin berxwedana bêhempa ya Heftanînê û got:

“Em bang li her kesî dikin ku bi şêweyekî û li gorî hewldanên xwe, bibib dengê berxwedana Heftenînê û li dijî hevkarên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwest.

Ji ber tekane rêya parastina destkeftiyên Kurdan, berxwedana hevpeş e.

Divê bê zanîn azadî û serfiraziya Kurdistanê tenê di destê Kurdan de ye.”

Her wiha KNK’ê bang li hemû tevger, hêz, partî, rêxistinên Kurdan jî kir ku li dijî êrîş û dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest.

Back to top button