Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir

Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê kir.

Rêveberê Desteya Tenduristiyê ya meclisa navçeya Şedadê Salih Elî diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi DesteyaTenduristiyê re îro bi awayekî fermî dest bi xebata sererastkirina nexweşxaneyê kir.

Salih Elî destnîşan kir ku ev kar li ser sê qonaxan hate dabeşkirin.

Di qonaxa yekemîn de wê nexweşxane ji bermahîyên şer bê paqijkirina.

Di qonaxa duyemîn de nexweşxane wê bi giştî bê sererastkirin û di qonaxa sêyemîn dê jî alav û kadroyên taybet ên tenduristiyê wên bên amadekirin.

Salih Elî eşkere kir ku nexweşxane wê di kêmî salekê de were sererastkirin.

Di dema dagirkerîya DAIŞ’ê de amûrên nexweşxaneyê ji aliyê çeteyan de hatibû dizîn û nexweşxane hatibû talankirin.

Back to top button