TJK-E ji bo çalakiyên salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir

Bi boneya salvegera 8’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên ku di asta navneteweyî de wê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

TJK-E di daxuyaniya xwe de salvegera şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got, “Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinê û berxwedana mezin a gelan dest pê kir, mohra xwe li sedsala 21’ê xistiye.”

TJK-E destnîşan kir ku Dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe yên li ser Rojava hê jî dewam dike û da zanîn li dijî van êrîşan jî divê civak û bi taybet jin şoreşa Rojava biparêzin û pêşî li dagirkeriyê bigirin.

TJK-E di dawiyê de diyar kir ku wê di 18-19’ê Tîrmehê bi pêşengiya platformên enternasyonalîst çalakî li gelemperîya cihanê werin lidarxistin û banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Back to top button