Li Tirkiyê ciwanekî Sûrî yê 17 salî li Bûrsayê hat kuştin

Li Bûrsaya Tirkiyê komek nijadperestên Tirk êrîşî ciwanekî Sûrî yê kir û ew kuştin.

Li navçeya Gurcu ya Bûrsayê, dema koma nijadperest êrîşî jineke Sûrî dikin, ciwanê bi navê Hemze Acan, xwest wê jinê biparêze û ji destê êrîşkaran rizgar bike, lê komê êrîşî wî jî kir.

Hat ragihandin, kesên nijadperest bi keviran serê Hemze şikand û bi giranî ew birîndar kirin.

Dema Hemze rakirin nexweşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest da.

Hemze Acan 17 salî bû û berî 8 salan li gel malbata xwe ji şerê li Idlibê reviyabû û hatibû Tirkiyê.

Beriya Hemze bi dehan Sûriyên din li Tirkiyê bi awayekî hovane hatine kuştin, lê hikumeta faşîst AKP’ê ti cezayî li sûcdaran nabire.

Back to top button