Piştî Şêrnexê li Êlihê jî çawîşekî Tirk dest avêt zarokekê

Piştî ku li Şirnexê çawîşekî Tirk dest avêt zarokeke 13 salî, derket holê ku li Êlihê û Hezexê jî heman sûc li zarokên din jî hatiye kirin.

Hê bertekên li dijî bûyera li Şirnexê berdewam dikirin, du buyerên din mîna wê qewimîn.

Li navçeya Qubînê ya Êlihê, zarokeke 17 salî bi awayekê bi guman xwest xwe bikuje.

Hat gotin ji ber ku ev zarok ji aliyê çawîşekî pispor ê Tirk ve destdirêjê lê hatiye kirin, xwestiye dawî li jiyana xwe bîne.

Li Hezexê jî destdirêjî li zarokekê hat kirin

Ne tenê li Êlihê, di heman demê de li navenda Hezex a navçeya Şirnexê jî zilamekî 40-50 salî, hewl da destdirêjî li zarokekê bike.

Zilamê sûcdar ku navê wî nehat zanîn, piştî ji aliyê birayê zarok û derdor ve hate ferqkirin hate derbkirin.

Li Şirnexê jî berî du rojan çawîşê pispor Aslan A. hewl dabû destdirêjî li zarokeke keç a biçûk bike.

Hikûmeta faşîst a AKP’ê ti biryaran derbarê sûcdaran de nastîne û wan teşwîqî kiryarên bi vî rengî yên li dijî Kurdan dike.

Back to top button