Li Dîlokê Hevserokê HDP’ê Aydin û 8 kesên din hatin girtin

Li Dîlokê Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydin jî di nav de 9 kes hatin girtin.

Di 14’ê Tîrmehê de gelek kes ji aliyê polîsên AKP’ê ve hatibûn binçavkirin.

14 kesên ku îfade dan dozgeriyê bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin sûcdarkirin.

Di lêpirsîna dozgeriyê de xebatên hilbijartinê, beşdarbûna civînan ji wan hatin pirsîn.

Piştî îfade li dozgeriyê temam bû, bi daxwaza girtinê ew şandin Dadgeha Ceza ya Sulhê a Nobedar.

Dadger jî piştî îfadegirtinê bîryara girtina Hevserokê HDP’ê a Dîlokê Mûsa Aydin û 8 kes din da û 5 kesên din bi şertê kontrola edlî û hepsa malê berda.

Back to top button