Hevserokatîya Konseya Rêveber ya KCK’ê 8’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku her çiqas êrîş li ser Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê giran bibin jî, lê gel wê zanibe li ber xwe bide.
KCK’ê diyar kir ku wê şoreşa 19’ê Tîrmehê her dem bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê 8’emîn salvegera şoreşa rojava li gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî li gelê Kurd pîroz kir û got:
“Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê dest pê kir û piştre li bajarên Rojava hemûyan belav bû, weke şoreşa herî mezin a li Rojhilata Navîn e.
Şoreşa Rojava bi karê mezin yê 20 salan ê Rêber Apo yê li Rojhilata Navîn û Sûriyê, li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jin hate afirandin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku paradîgmaya pêşeroja mirovahiyê di sedsala 21’ê yekemcar bi Şoreşa Rojava kete meriyetê.
KCK’ ê got:
“Şoreşa Rojava hîmê şoreşa demokratîk a RojhilataNavîn e.
Şoreşa Rojava bi pergala xwe ya Konfederalîzma Demokratîk a bi xeta azadîxwaziya jin ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinî, bûye pêşengê şoreşên demokratîk ên sedsala 21’ê.
Ji ber vê xisleta xwe bûye hedefa hêzên paşverû yên weke DAIŞ, El Nûsra û dewleta Tirk.”
Hevserokatîya Konseya Rêveber ya KCK’ê di dawî de dîyar kir ku li ser şoreşa Rojava êrîş çiqasî giran dibin bila bibin wê zanibe li ber xwe bide; wê her tim bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê.