Bedran Pîranî: Em vîna xwe nadin bi pariyek nan, em ê li ber xwe bidin

Dorpêça ku ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve li ser Penaberên Mexmûrê hatiye ferzkirin, salek li pey xwe hişt. Hevserokê Şaraderiya Mexmûrê Bedran Pîranî diyar kir, ku wan salek tijî zehmetî û astengî derbas kir û PDK’ê dixwaze penaberên wargehê bi birçibûnê dîl bigirin. Pîranî anî ziman ku ew vîna xwe nadin bi pariyek nan û ew ê her tim li ber xwe bidin.. 

Îro salek di ser dorpêça ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser Wargeha Penaberan a Memûrê sepandiye, derbas dibe.

Girêdayî vê dorpêçê, Hevserokê Şaraderiya Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî ji ajansa Roj News’ê re axivî û diyar kir ku penaberên kampê gelek astengiyên giran û zehmet dijîn.

Pîranî got:

“Ev salek e dorpêçeke girankirî ji aliyê PDK’ê ve li ser Kampa Mexmûrê ve hatiye ferzkirin.

Ev dorpêç jiyan di aliyê aborî û tenduristî de rewstandiye. Bi rastî jî ev sal bi dijwarî derbas bû.

Pîranî diyar kir ku PDK’ê di dîroka Kurdan de bûye nîşanek reş û ji ber hevkariya wê bi dewleta Tirk re, penaberên kampê şehîd û birîndar dibin.

Li beramberê van êrîşan, hikûmeta Iraqê jî hertim bêdeng dimîne, ev nêzikatiyên wan jî ne ji rêzê ne.

Hevserokê Şaraderiya Wargeha Mexmûrê anî ziman ku PDK’ê dixwest penaberên wargehê bi birçibûnê, dîl bigire û got:

“Me vîna xwe ti caran nedaye pariyek nan.

Ti tirsek ya me li hember êrîşên Tirkan û dorpêça PDK’ê nîne, ji ber em xwedî vîn û xwedî rêberekî weke Rêber Apo ne û şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî wê ti carî vîna xwe radestî xwînmijan nekin.”

Back to top button