”Dewletên Cîhanê li beramberî êrîşên dewleta Tirk bê deng in”

Endama Rêveberiya Koordînasyina Jinê ya Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Cewahir Ebirahîm Osman diyar kir ku dewleta Tirk li herêmê bi her awayî êrîşan pêk tîne û got:

Pêwîst e gelên herêmê li dijî pilanên dewleta Tirk li ber xwe bidin, ji ber dem dema serhildana gelan e. Ancax bi vî awayî pêşî li dagikeriyê bê girtin.

 

Dewleta Tirk a dagirker, gef û êrîşên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Têkildarî mijarê, Endama Rêveberiya Koordînasyona Jinê ya MSD ‘ê Cewahir Osman nirxandin kir.

Cewahir Osman da zanîn ku dijminatiya dewlet Tirk a dagirker ji bo Kurdan ne nû ye û got:

Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha her dem gefan li Gelê Kurd di xwe û êrîşan li ser wan pêk tîne.

Armanca wê ji dagirkirina axa Rojava , vegera dîroka Împratoriya Osmaniyan e.

Cewahir bal kişand li ser bêdengiya dewletên Cîhanê û wiha domand:

Dewleta Tirk li ber çavê dunyayê zagonên navneteweyî binpê dike û sînorê herêmên xwe derbas dike.

Ta niha jî dewletên Ewrûpa û rêxistinên mafê mirovan bê deng in û çavê xwe ji êrîşan re digirin.

Cewahir anî ziman ku divê gel li herêmê li dijî êrîşan serî rake û wiha got:

Rojane li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kirinên wek dizî, talanî, kuştin, revandin û guhertina demografiyê rû didin.

Li dijî wê pêwîst e gel hêz û îradeya xwe bike yek, li ber xwe bide û têkoşînê mezin bike.

”Yê ku dagirkeriyê têk bibe jin e”

Endama Rêveberiya Koordînasyona Jinê ya MSD ‘ê Cewahir Osman destnîşan kir ku wê hêza jinê dagirkeriyê têk bibe û wiha bi dawî kir.

Di dema dawiyê de rayêderên AKP gotibûn, kengî ew jinê bê îrade bihêlin wê karibin şoreşa Rojava têk bibin.

Lewre divê jin her di qadan de bin û li dijî vê zihniyetê li ber xwe bidin.

 

Back to top button