Dadgeha Brîtanî destûr dide jina DAIŞ’î ya bi navê Şemîme vegere Brîtanya

Dadgeha Brîtanya destûr dide jina ciwan Şemîme Bîgom ya DAIŞÎ, ku vegere NY da ku karibe îtiraza ‘bi rengekî wekhev’ li biryara standina Cinsiya hemwelatî-bûna xwe bike.

Duh dadgeha Brîtanî diyar kir ku riya tekane ji bo îtiraza ‘Bi rengekî wekhev’ a Şemîme Bîgom a ku tevlî DAIŞ’ê bibû, li biryara standina Cinsiya hemwelatî-bûna wê, derbasbûna wê ji Brîtanya yê re ye.

Şemîme ya 20 salî bi hevala xwe re di sala 2015’an derbasî Sûriyê bûn. Di 15 saliya xwe de bi welatiyekî Hollandî ku di nava DAIŞ’ê de bû û bi 8’salan jê mezintir bû, zewicî.

Piştî ku Şemîme û Çeteyê ku pêre zewicî, ji ber şerê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê rû da reviyan, di 2019’an li kampa penaberan hate dîtin.

Rayedarên Brîtanî ji ber sedemên ewlehiyê di Sibata 2019’an Cinsiya hemwelatîbûna Şemîme jê standin.

Dadgeha Şemîme dewam dike, Wezareta Navxwe ragihand ku ew ê serîlêdanê bikin da ku biryara “dilşikestin” îtiraz bike.

Back to top button