HPG: Li Qilabanê 5 tîmên taybet hatin kuştin

Ji bo bîranîna gerîlayên di Pêngava Cenga Heftanînê de şehîd bûne, HPG’ê li navçeya Qilabanê ya Şirnexê çalakiyek li darxistin. Di encamê de 2 çeper û konek hatine ruxandin, 5 tîmên taybet hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya 14’ê Tîrmehê ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê;

Hêzên me li qada navbera gundên Osyan û Aqirê yên navçeya Qilaban ya Şirnexê, tîmên taybet ên artêşa Tirk a dagirker ku demek bû li herêmê tevdigeriya, xistin bin kontrola xwe.

14’ê Tîrmehê dagirker yên li Girê Şehîd Kahraman bûn hedefa gerîlayan.

Di encamê de, 2 çeper û konek hatin rûxandin, bi qasî ku hate tespîtkirin 5 tîmên taybet hatin cezakirin.

Her wiha stasyona bazê ya li ser gir jî hate bêkêrkirin.

HPG’ê dazanîn ku ev çalaki ji bo şehîdên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn yên li dijî dewleta tirk bi lehengî şer kirin û şehîd bûn hate lidarxistin.

Back to top button