Çeteyan li navçeya Bilbilê jina 22 salî revand

Çeteyan li navçeya Bilbilê jina 22 salî revand, li navçeya Mabeta jî sivîlek revand.
Her weha Dewleta Tirk navên gundên Efrînê li gorî sicilatên di dema Osmaniyan de diguhere. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo plana guhertina demografiya herêmê pêk bînin, roj bi roj sûcên xwe yên hovane li dijî şêniyên resen yên Efrînê didomînin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku,13 Tîrmeha derbazbûyî, çeteyan jina bi navê Rojîn 22 ya hevjîna Cemal Xalid yên ji gundê Bîbaka ya nvçeya Bilbilê, revand.

Rêxistinê da zanîn ku beriya niha jî çeteyan çend caran ew revanidibû.

Çeteyan li navçeya Mabeta sivîlekî revand û xist girtîgeha bajarê Raî

14 têrmehê jî, çeteyên dewleta Trik a dagirker li gundê Kokana Jêrîn yê navçeya Mabeta şêniyê bi navê Xoşnav Hesen Hesen revand.

Rêxistina Sûrîyîn Ji Bo Rastî û Edeletê, meha Hezîran darbazbûyî, navên 40 kesên ku çeteyên dewleta Trik a dagiker revandine, jê du jin, belge kirine.

Her weha navên 2 kesên ku hatine êşkencekirin jî belge kirine.

Dewleta Tirk navên gundên Efrînê li gorî sicilatên Osmanî diguherîne

Li aliyê din, dewleta Tirk ji bo serweriya xwe li herêmê bidomîn, herêm weke deverekî Osamî dide xuyakirin.

Çavkaniyekî ji televezyona me ragihand ku Istixbarta dewleta Tirk ji Mecilsên Xwecihî yên dagirkeriyê, navên gundên Efrînê di dema dagikeriya Osmaniyan de xwestin.

Ji aliya xwe ve jî; Meclis ji muxtarên gundan daxwaza belgeyên navên gundan li gorî sicilatên Osamiyan de bînin.

di vê çarçoveyê de jî, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, piştî talankirina şûnwarên Efrînê, şûnwaran restore dike û weke nîşaneyek Osmanî dide xuyakirin.

Mîna; ziyareta Nebî Horî û mizgefta navenda Şiyê yên Efrînê.

Back to top button