332 Şengaliyên din vegeriyan warên xwe

Şengaliyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçarî koçberiyê bûyîn, li dijî êrîşên dawî yên dewleta tirk helwest nîşan didin û vedigerin warê xwe.

Herî dawî, 332 Şengalî ji kampên Dihok berê xwe dan warê pîroz. Şengaliyên li Ewropayê jî ji bo statu ji Şengalê re meşiyan.

Bi êrîşên dawî yên dewleta tirk a 15’ê Hezîranê li ser Şengalê re, Şengalî weke helwesta li dijî dagirkeriyê li xaka pîroz vedigerin.

Piştî koçberiya ku 6 sala dewam kir îro careke din Şengalî vedigerin warê xwe.

Wezîra koçber û koçberiyê ya Iraqê Îvan Faiq Cabiro ragihand ku îro 332 Şengalî li malên xwe vegeriyane.

Ev koçber ji Kampên Dihokê derketin û ber bi Şengalê ve ketin rê.

Îvan Faiq diyar kir ku kesên li derveyî welat û dixwazin vegerin bila bi karmendên wezaretê re têkevin têkiliyê.

Ji êrîşên dawî yên dewleta tirk ya li ser Şengalê re, heta niha 6032 kes vegeriyane Şingalê.

Wezîreta koçber û koçberiyê ya Iraqê ev dane piştrast kirin.

Li Ewropayê Şengaliyan dest bi meşê kirin

Dengê Şengaliyan li derveyî welat jî bilind dibe.

Li Ewropa Şingalî ji bo “statuya Şengalê” meşa du rojan a navbera bajarên Celle û Hannoverê yên Almanyayê dan despêkirin.

Meş bi slogana “Na ji qirkirine re, statu ji Şengalê re” ji aliyê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat ve hat organîzekirin.

Çalakvan saet 10:30’î sibehê li parka pêşiya Şaredariya bajarê Celleyê li hev kom bûn û dest bi çalakiya xwe kirin.

Li wir bi navê komîteya amadekar Çîçek Fîkret û Cercûr axivîn û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Kurdan û xwestin, Şengal bibe xwedî statu.

Çalakgeran bê navber siloganên piştevaniya bi “Berxwedan û YBŞ”ê re gotin û ber bi Larteyê ve çûn.

Meş wê roja duyemîn di saet 10:00’an de li Larteyê dest pê bike û li Hannoverê bi mîtîngekê bidawî bibe.

Back to top button