Serok Erkanê Artêşa Yûnanistanê li dijî Tirkiyê banga hevkariyê kir

Serok Erkanê Artêşa Yûnanistanê bang li welatên rojhilatê Deryaya Spî kir ku li dijî kiryarên Tirkiyê hevkarîyê bikin.

Serok Erkanê Artêşa Yûnanistanê, Constantinos Florus, derbarê pinpêkirinên Tirkiyê di Deryaya Spî de ji kanala i24 News a Îsraîlê re axivî.

Constantinos Florus destnîşan kir Tirkiye gefê li Yûnanistan û gelek dewletan dixwe û ewlehiya herêmê bi giştî dixe metirisiyê.

Florus diyar kir ku li dijî her gefê, artêşa Yûnanistanê ji bo parastina xaka welêt û serweriya wê amade ye.

Serok Erkanê Artêşa Yûnanistanê, Constantinos Florus ji bo parastina ewlehiya herêmê bang li dewletên rojhilatê Deryaya Spî kir ku li dijî zêdegaviyên Tirkiyê bi hevre tevbirgerin.

Beriya niha jî Seorkwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mîçotakis daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kiribû ku ji bo kiryarên Tirkiyê yên ne rewa zextên hişk li ser wê feriz bike.

Back to top button