Feleknaz Uca: Dewleta Tirk tecawizkaran diparêze

Dewleta Tirk a tecawizkar tecawizkaran diparêze û li Êlihê nehîşt pankarta ku destdirêjiyê şermezar dike were vekirin. Herwiha meşa ciwanên Dersîmê ya li dijî destdirêjiyê asteng kir û 3 ciwan binçav kir.

HDP’ê li Êlihê bi pankarta “Ji destdirêjî, tecawiz û îstîsmarê re bêdeng nemîne” bertek nîşanê polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser zarokên kurd da.

Polîsan bi hêceta “bûyer ne li navenda Êlihê qewimiye” destûr nedan pankartê.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca pankart li dora xwe pêça daxuyanî da û diyarkir ku dewleta Tirk bi vê helwesta xwe tecawizkaran diparêze.

Polîsên Erdogan ciwanên ku li dijî destdirêjiyê meşiyan binçav kirin

Rêxistinên Ciwanan ên Dersimê jî li dijî destdirêjîyên ku di demên dawî de zêde bûne daxuyanî da çapemeniyê.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ewê hesabê destdirêjî yên ku tên kirin bipirsin û ew ê têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta tecawizkar bidomînin.

Piştî daxuyaniyê ciwanan xwestin bimeşin lê dewleta tirk meşa ciwanan asteng kir û 3 ciwanên bi navê Mehmet Saglam, Yûsûf Akin û Omer Farûk Karahan binçav kirin.

Back to top button