QSD: Di roja yekê ya pêngavê de 24 DAÎŞ’î hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî roja yekem a Qonaxa Duyemîn a Pêngava Tinekirina Terorê daxuyaniyek da û ragihand ku 24 DAÎŞ’î girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî roja yekem a Qonaxa Duyemîn a Pêngava Tinekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dayî destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

QSD’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên me ji saetên sibê ve bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên terorîstên DAÎŞ’ê Qonaxa Duyemîn a Pêngava Tinekirina Terorê da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngava li dijî çeteyên terorîst û kesên gumanber pêk hat de, li bajarokên Bisera û Şihel ên dikevin bakurê Dêra Zorê avêtin ser gelek cihan, gelek kesên gumanbar girtin.

Di serdegirtina nde çeka keleşnîkof, BKC, demançeyên bêdeng, roketên RPG-7 û çekên cuda cuda desteserkirin.

Li aliyê din di serdegirtinan de 24 çeteyên DAÎŞ’î û gumanbar hatin girtin.

Pêngava Tinekirina DAÎŞ’ê heta bigihêje armancên xwe wê bidome.”

Back to top button