Fransayê bang li Amarîkayê kir ku li ser qedexeya şandina çekan ber biLîbyayê ve bikeve tevgerê

Wezareta Derve ya Fransayê bang li hemû aliyan û bi taybet Amarîkayê kir ku li ser qedexeya şandina çekan ber bi Lîbyayê ve bêhtir bikeve tevgerê.

Wezareta Derve yê Fransayê daxuyaniyekê bang li hemû aliyan û bi taybet Amarîkayê kir ku li ser qedexeya şandina çekan ber Lîbyayê ve bêhtir bikeve tevgerê.

Wezareta Derve li encamên xeternak ya destwerdanên derve di Lîbyayê de hişyar da.

Îro jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku di mehên dawî de, istixbarata Tirk zêdeyî 2500 çeteyên DAIŞ’ê eslê xwe ji Tûnisê ne, ji Sûriyê şandine Lîbyayê.

Tê zanîn jî ku heya niha derdora 16 hezar çete bi riya Tirkiyê ber Lîbyayê ve hatine şandin, ku ji wan derdora 500 hatine kuştin.

Back to top button