Ciwanên Kerkûkê ji bo derxistina Tirkiyê bi hezaran îmze kom kirin

Kampanyaya îmzeyan a li dijî dewleta Tirk a dagirker li Kerkûkê dewam dike. Koçerên herêma Biradostê jî bang li hikumeta Başûr kir ku wan ji bombebaranên Tirkiyê biparêze. Her wiha Pêşmergeyên Dêrîn teqez kir ku ew ê mil bi mil li teniştina gerîla li dijî Tirkiyê şer bikin.

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de, Ciwanên Welatparêz ên bajarê Kerkûkê ji bo derxistina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê, bi hezaran îmze kom kirin.

Ciwanan kolan bi kolan îmze kom kirin, şênî jî bi germahiyeke mezin pêngavê pêşwazî kir.

Koçerên Biradostê: Divê hikumeta Başûr me ji êrîşên Tirkiyê biparêze

Koçerên herêma Biradostê da xuyakirin ku ji ber bombebarana dewleta Tirk, jiyan û jîngeha wan di metirsiyê de ye.

Koçeran diyar kir ku ziyaneke mezin gihîştiye lawirên wan û ti misogerî ji bo jiyana wan tune ye.

Koçeran da zanîn ku Tirkiye dixwaze herêmê ji mirovan vala bike û bang li hikûmeta Başûr kir ku wan biparêze.

Hevserokê Rêxistina Sirûştî ya Kurdistanê Renc Eta destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bilî êrîş û bombebaranan, qutkirina avê jî li dijî gelê Kurd bi kar tîne.

Renc Eta got:

“Divê Hikumeta Başûr û Iraq, kert û çeka siyasî li hemberî Tirkiyê bi kar bînin.

Her wiha divê ji bo bikaranîna avê xwedî planeke stratejîk bin.”

Pêşmergeyên Dêrîn: Em amade ne li kêleka gerîla li dijî Tirkiyê şer bikin

Pêşmergeyên Dêrîn ên herêma Raperînê jî ji aliyên xwe ve teqez kir ku ew amade ne li kêleka gerîla li dijî dagirkeriya Tirkiyê rawestin.

Pêşmergeyê Dêrîn Şiwan Bekir der barê peyama Duran Kalkan de got:

“Peyama Kalkan girîng e.

Pêwîst e pêşmerge vê peyamê pêk bînin.

Bila rêveberiya Kurdistanê agahdar be ku dewleta Tirk sîstema tunekirina Kurdan dijwar kiriye.

Niyeta wê ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê heye.

Eger niha pêşiya dagirkeriyê negirin, piştre poşmanbûn ti sûdê nade.”

Back to top button