Erebeyeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hat teqandin.
Di encama teqînê de gelek çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.
Malpera Çavdêriya Efrînê ragihand ku bombeyek di erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa de li başûrê Efrînê, hat teqandin.
Di encama teqîna erebeyê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Ev bû demek li Efrînê di navbera çeteyan de û bi taybet li Navçeya Cindirêsê şer û tevliheviyek mezin di navbera çeteyan de derketî ye.