Pentagon: Tikiyê 4000 çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê eşkere kir ku Tirkiyê, di her sê mehên destpêkê yên 2020’an de, nêzî 4 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê. Rûsya û Imaratê jî banga rawestandina şerê li Lîbyayê kirin. Li Brukselê jî, li pêş navenda YE xwepêşandanek li dijî destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê hat lidarxistin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku di her sê mehên pêşî yên sala 2020’an de, Tirkiyê nêzî 4000 çete ji Sûriyê şandin Lîbyayê.

Pentagonê, di raporeke taybet bi operasyonên li dijî terorê li Afrîkayê de eşkere kir, ku dewleta Tirk pere û rêgezname pêşkêşî bi hezarên çeteyan kiriye, da ku tevlî şerê Lîbyayê bibin û li kêleka çeteyên Wîfaqê şer bikin.

Li gorî raporê, di dawiya Nîsana borî de 300 çeteyên Sûrî gihiştin Lîbyayê, her wiha jimareke ne diyar a leşkerên Tirk jî, di her sê mehên destpêkê ji sala 2020’an de, li Lîbyayê belav bûn.

Berya çend rojan, 120 çeteyên Sûrî, bi rêya firokeyeke dewleta Tirk, ji bajarê Gazî Entep gihiştin Lîbyayê.

Rûsya û Imarat, banga rawestandina şer kirin

Girêdayî heman mijarê, Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov û hempîşeyê wî yê Imarata Erebî Şêx Ebdella Bin Zayid Al Niheyan, bi rêya telefonê, aloziya li Lîbyayê nîqaş kir.

Li gorî wezareta derve ya Rûsyayê, her du wezîran banga rawestandina yekser a şer kir û daxwaza çareseriyeke siyasî ku dawî li aloziya Lîbya bîne û aramiyê li herêmê misoger bike.

Şêx Ebdella Bin Zayid, teqezî li ser helwesta dewleta Imaratê di destekdayîna çareseriya siyasî de kir û girîngî da rola Misirê di vê derbarê de.

Li Brukselê, li dijî destwerdana Tirkiyê, xwepêşandan pêk hat

Li aliyê din, duh li pêş navenda Yekîtiya Ewropa ya li Brukselê, xwepêşandanek li dijî siyaseta dewleta Tirk li Lîbya û tevahiya Rojhilata Navîn, hat lidarxistin.

Xwepêşanderan destwerdana Tirkiye li Lîbyayê şermezar kir û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku sînorekî ji kirinên dewleta Tirk re deyne.

Ev xwepêşandan, hemwextî civîna Ewropî ya ji bo danîna planeke vejandina aborî, piştî bandorên vîrûsa coronayê, pêk hat.

Back to top button