Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên xwe, vê carê jî 5 şênî ji gundên, Me’imila Oşaxî û Umer Oşaxî revand.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî navê kesên hatine revandin belge kir.
Li gorî wê navên kesên ku hatine revandin wiha ne;
Şêro Cemîl Cehfer
Mistefa Xelîl Cehfer
Wehîd Cehfer
Nûrî Elî Miho
Mihemed Şewket Elûş
Çeteyan li gundê Birîmce jî kalemêrek revand
Her wiha çeteyên Tirk li gundê Birîmce jî kalemêrê bi navê Sibhî Hec Ehmed Elo revand. Çeteyan ji bo berdana wî jî pereyan ji malbatê dixwazin.
Çeteyên Tirk şêniyên gundê Dêla bi zorê dixebitînin
Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk şêniyên gundê Dêla bi darê zorê li cem xwe dide karkirin. Yên ku napejrînin jî tên revandin, êşkenceyê û bi ser de jî fîdyê didin wan.
Çete, qada Newrozê ya gundê Avrazê vediguherînin kampekê
Her wiha çeteyên dewleta Tirk li gundê Avrazê yê Mabatayê jî qada Newrozê, vediguherînin kampeke ji malbatên xwe re.
Rêxistina Mafê MIrovan a Efrînê jî ragihand ku bi fermana Istixbarata Tirkiyê, qaşo meclisa herêmî, bi tirêksan, qada Newrozê vediguherînin kampekê.