PARÊZERA LEYLA GUVEN: TENDURISTIYA GUVEN DI ASTEKE PIR KRÎTÎK DE YE

Leyla Guven ku ev 65 rojin di greva birçîbûnê de ye , ji 4’ê Çileyê ve nikarîbû hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike.

Parêzer Gulşen Ozbek rewşa guven nirxand û got: Rewşa tenduristiya Leyla Guven di asta krîtîk de ye.

Parêzer Gulşen Ozbek duh bi şev hevdîtin bi Guvenê re çêkir û derbarê rewşa tenduristiya Guvenê de agahî dan.

Ozbek, diyar kir ku Guven pir zihîf bûye û got:

Rewşa wê ya tenduristiyê ketiye asteke pir krîtîk. Nikare bi tena serê xwe bimeşe.

Êdî nikare baş baixive.

Ozbek, destnîşan kir ku Guven naxwaze pirsgirêkên wê yên tenduristiyê di rojevê de be, tenê dixwaze daxwazên wê di rojevê de bin.

Parêzer Ozbek, diyar kir ku daxwazên Guvenê hiqûqî ne û xwest Wezareta Dadê ji bo pêkanîan daxwazên Guvenê demildest tev bigere.

Leave a Reply

Back to top button